Kurmancî
Berliner Register çi dikin?
Em, Tomarên Berlînê (“Berliner Register”), dixwazin li dijî cûdakarî û veqetandinê çalakiyek ava bikin. Ji ber vê yekê, em bûyerên ku li Berlînê di jiyana rojane de diqewimin belge dikin, didin xûyandin û hevalbendên ku tev li çalakiyê bibin qezenc dikin.
Em van bûyeran tomar dikin: nijadperestî, antîsemîtîzm, çalakiyên rastgir, Dijminahî li dijî LGBTIQ, antî-femînîzm, dijminatiya kesên astengdar û dijminatîya bêmalan.
Em belge dikin, mînak: gef(tehdît), heqaret û mobbîng, êrişên laşî, cûdakarî ji alîyê rayedaran, kontrolên nijadperestî ji alîyê polêsan, Stîker, belavok û spraye, bûyer û zîyana malî yên ku dikarin ji yek ji yên jorîn de werin tasnîf kirin.
Em van raporan berhev dikin, wekî tomarên kronîk li ser vê malperê diweşînin û salê carekê wan dinirxînin. Siyasetmedar, xebatkarên îdarî an înîsiyatîfên ku bi siyasetê ve girêdayî van encaman dikarin di biryarên xwe de bihesibînin. Ji bo wê gavan bavêjin da ku li dijî cûdakarî û veqetandinê tevdîrên armancgirtî werin girtin.
Em ji ajansên dewletê û polîsan serbixwe kar dikin. Hûn dikarin bênav bi me re têkilî daynin. Ragihandina bûyerê bêpere ye. Hûn dikarin serpêhatî û dîtinên xwe bi zimanê xwe jî ji me re ragihînin:
- forma malpera me (Elmanî, Înglîzî, Fransî, Tirkî).
- bi E-nameya bi kurdî û bi telefonê bi almanî û îngilîzî rapor bikin.
- bi gelek zimanan li ser App a AnDi ya Eyaleta Berlînê (Kurdî û zimanên din) rapor bikin.
- li cihekê têkiliyê re ragihînin.
Dîroka bûyerên me
Ji bo kesên ku mexdûr bûne girîng e ku bikaribin serpêhatiyên xwe vebêjin û bi têgihîştina xwe re tenê nemînin. Em van bûyeran ji bo her navçeyê ji hev cuda diweşînin. Bi vî rengî, cîran têne agahdar kirin û hevgirtin û piştgirî li hember wan kesên ku cûdakarî û veqetandinê dikişînin çêdibe.
Encamên me
Em her sal li hemû navçeyên Berlînê hemû bûyeran dinirxînin. Di van îstatîstîkan de derdikeve holê ku, mînakî, cûdakarî bi taybetî pir caran li ku qeqimîye an jî li ku derê dîmena rastgiriya ekstrem fokusa sereke ya çalakiyê heye.
Her biharê em nirxandinek ji bo her navçeyek û yek jî ji bo hemî Berlînê bi Almanî diweşînin.
Di havînê de rapora salane ya bi mijarên sereke yên sala borî bi Almanî û Îngilîzî derdikeve.
Têkilî bi tomara li navçeya we
Li her navçeyek Berlînê tomarek û gelek xalên têkiliyê hene. Xalên pêwendiyê, mînak, dikanên taxê, civat, navendên cîranan û nivîsgehên parlamentoyê ne.
Hûn dikarin rasterast li devera niştecîbûna xwe bi her tomarek Berlînê re têkilî daynin.
Fînansekirin û Zelalbûn
Em Berliner Register xwe bi bernameya eyaleta Berlînê ya “Demokrasî. Pirrengî. Rêzgirtin. Li dijî ekstremîzma rastgir, nijadperestî û antîsemîtîzmê” ji Wezareta Dadê ya Senatoyê, Parastina Serfkaran û Dijî Cûdakariyê û her weha ji fonên navçeyê fînanse dikin. Ofîsên tomarkirinê li her navçeyê di komeleyek sponsorgeriyê ve cih digre . Ofîsa hevrêziyê ya Tomarên Berlînê ji hêla "pad gGmbH" ve tê piştgirî kirin.
Hewcehîya we bi şêwirmendîyê heye?
Em Berlîn Register ji we re dibin alîkar ku hûn navendek şêwirmendiyê ya guncan bibînin:
- Ji me re E-nameyek bi Kurdî binivîsin.
- Ger we şîddet dîtibe, hûn dikarin bi ReachOut Berlin re têkilî daynin.
- Hûn dikarin di binê xala menuê “Beratungsstelle finden” de bêtir navendên şêwirmendiyê bibînin (Almanî).